A+ A A-

Pewestiya gaven nu

MEHMED UZUN Nameya KURDİSTAN PRESS li ber min e. Ez le diniherim. KURDİSTAN PRESS bang li ronakbiren Kurd dike ku ew di rojname de binivîsin. Be qeyd û şerd. Li gör bîr û baweriyen xwe.

Xwezî...

Gava ez nameya rojname dixwînim, ev gotin ji deve min derdikeve. Xwezî ev meriv bikaribin, bi hevre, di weşanin de binivîsin.

Di banga rojname de lîsteyeke direj jî heye. Naven kesen ku bang le batine kirin. Te de gelek kes hene, bi dehan nav; naven nas û yen nenas. Kal û pir. Xort û navsal.Her celeb nivîskar, rojnamevan, zimanzan, tarîxnas, musîk-nas, alim, fîlosof. Ji hemû perçeyen Kurdistane. Ji yekîtiya Sowyete. Ji we-laten Rojhelata Navîn û Ewrûpaye. Tecrübe û agahiyen cûrbecûr. Ji Kur-dî,Erebî, Farisî, Turkî pe ve gelek zimanen din.Li ser bingehe vvelatevîniye bîr û baveriyen cüda.

Bi kurtebirî hezeke stûr, behempa, rengin.

Le bele li ve dere pirseke pir giring,pirseke malkambax heye ku me je re bersiv dive; ma ev nav dikarin, bi hevre, di rojnameke de, yan jî di rojname-nin de binivîsin?.

Ez dixwazim, daxwaziya dile min, daxwaziya ku ev nav bikaribin bi hev re binivîsin, bi hev re biafırînin, bi hev re hezeke stûr binin pe, bi hev re re li geşbûna edebiyad û kültüre vekin, ne bi tene daxwaziya min e. Dile bi mil-yonan meriven din jî bi ve daxwaziye hildave. Û berî her keşi, dile naven ku di lîsteya rojname de ne, bi ve daxwaziye hildave.

Berhemen nezîkbûn û hevkariyeke weha ber bi çav in. Her kes dizana ku peşveçûneke weha ji derdan re derman û birînan re merhem e.

Berî niha bi şeş-heft salan, dema me li Swede kovara Rizgariya Kurdistan diweşand, me dil hebû ku naven nas yen edebiyata Kurd jî te de binivîsin. Me hevî hebû ku bi vî awayî hem nivîsaren kudi çavik û berkeşken maseyan de vesaiti bun, rûye ronahiye bibinin û hem jî kovar û xwendevanen kovare ji berhemen hosteyan destkewtî bibin. Piştî demeke ev daxwaza me bi ser ket. Naven hosteyan, wekî sterkan, dest pe kirin di rûpelen kovare de çirû-sîn. Berhemen wan hatin weşandin. Di navbera wan û xwendevanen kovare de dan û standineke çebû,

Tesira ve yeke, bi carekî, xuyabû; hejmara xwendevanan û nameyen wan se çar car zede bun. Nivisaren ku ji kovare re dihatin, zedebûn.Pirs û pirsiyaren nü hatin pe. Re li munaqaşeyan vebû. Heval û berpirsiyaren kovare, hîn betir, bi dil û can, bi kare xwe rabûn.

 

Mixabin ev peşveçûn, ji ber sebeben pir alî, devvam nekir.Le di vî vvare de tişte ku heiî zede bala min kişand, ev bu; hosteyen edebiyata me ji rewşe ne-razî bun. \kne wan nedixwest ku nav û berhemen wan li nik yen din bihatina çapkirin. Ew kem yan jî zede, li dijî hevdû bun û ji bo hevdû tiştine digotin. Di wexte xwe de dijitî û berberi di navbera \van de hatibûn pe û re li her celeb hev kariye hatibû girtin...

Dijîtî û berberi. Yane taya mirine

Le hezar mixabin ku welate me îroj j i ber derde dij îti û berberiyan dinale. Welat ketiye nav lepen dijîtî û berberiyan. Mîsala jorîn, dijîtî û berberiyen ku di navbera hosteyen edebiyata me de hene, di her vvare civat û jiyana vvela-temededixuyin. Ware siyasî ji neji ve yeke bi dür e. Wekî misal: Kurdistana Iraqe. Li we dere du hezen esasi û hâzine hûrtir hene. Peşmerge şer dike, hez eriş dibin ser dijmin, birînen dijmin kûrtir dibin. Le biserketineke esasi bi dest nakeve. Ji ber ku yekitiya hezan tüne. Dost jî, dijmin jî, her kes diza-ne; gava hezen esasî û yen din bi hev rejekitiyeke ava nekin, mafen esasi jî bi dest nakevin. Li aliye din;Kurdistana îrane rewş xopan e. Du hezen we dere rabûne hev, li dijî hevûdu şer dikin. Di perçeye herî biçûk ye Kurdistane, Suriye de hejmara rexistinen Kurdan ber bi dehan hildikişe. Li Kurdistana Tirkiye her kom û rexistin, piştî cuntaya generalan, 1980, di nav xwe de kemanî bun se perçe.

Rewşa vvelate me ev e. Rewşeke tahl û kiret ku her kes gazince le dike, her kes je bezar maye.

Li alîkî daxwaziya dil: Yekîtî û hevkari. Ji aliye din rastiya tahl: dijîtî û berberi. Ji alîkî dermana derd û kulan. Ji aliye din sebeben qelsî û jariya me.

Çima? Çi dive? Riya nezikbûn û bi hev re xebatkirine çi ye? Çavvan re li ve yeke vedibe? Hostayen edebiyata me, ronakbîren me, hezen me yen siyasî û civakî, yane her kes, her hez, di vare xwe de, çawan dikarin bi hev re bi-xebitin?

Be guman, ev pirs pir mezin in û bersiven wan ne di nîvîsaren vveha de dikarin werin dayin û ne jî di demeke kurt de ten peydakirin. Je re wext û xebat dive.

Le, di dawiya nivîsara xwe de min dil heye pirseke din li pirsan zede bikim: Ma gava em li hember hevûdu bîhnfıreh bibin, li dijî bîr û baweriyen hevûdu demokrat bibin, hinge em nikarin gaveke ber bi yekîtî û hevkariye bavejin?

Herweha me hevî hebe ku KURDİSTAN PRESS bibe mîsaleke heja ji bo ve gave, bibe vvare nav û penûsen xwedanbîr û baweriyen cüda, re li xebate weha veke û -beşik- nebe berdevka komeke û xwe jî armanc û daxwaziyen demokratik bi dür nexîne.

Medmed Uzun (M. Ferzende Baran)

 

Kurdistan Press, Hejmar:1, Rupêl 4, l24 Îlon 1986