A+ A A-

Kêferata vala

TORÎ Hin kes an gel, herçend xwe bidin pay gotinên bixeml, têrî xefkirina kirinên wana ên çapal nakî. Henvekî, Tirke, Tirkî xwe ordî-netevv didine nasandin.

Bİ vê gotinê xwe li buwari gelên din gernas diyar dikin. Gelên ko Tirkiye û Tİrka nasnekin wê vê danasîna wana rast û bi serê xwe bihejmêrin. Wê ji ku zanin ko Tirk vê gotinê ji bonî xefkirina xwînxwarîya, kedxwerîya xwe dibêjin. Ew gel nizanin ko Tirkê Tirki ne kedker, kedxwer in. Dema ko ev Tirk parikî xweş di devê kîjan netewî de, cihekî  bi xêr û ber di deste kîjan netevî de dîti bî, rahiştîye ordîya xwe, daye ser wî netewî, wî parî yî ji devê wana, wî cihî ji destê wana derxistiye. Pevane ev gotin ne ji alîye derana gernasîye, ji alîye kedxwerîye li bejn û bala Tirka gelek te.

Dema ko kirinên Tirka û gernasî tİştekî nebijine hevdıjl, bi teybetî Tirk tev vana ne bi cuwameri. ne bi kêmasî kiriye. Bi gelacîyên, dubendîyên ko Tirk xistî navbera gela, an jî piştî dubendîyen di nav wî gelî, bi ser dilê wana girtiye. Bi gotineke din ev Tirk, layı gûre ko jê bûyîne, kesê mij û moranan in. Di nav mij û moranan de kirinên xwe yî çapal dikin. Dema ko mij û moran rabû. derdor zelal bu, ew gel Tirka bi tev giraniya wana li ser dilê xwe dîtine. beri ko dest biavejine xwe, Tirk dest bi marastİna mejîyê wana, kojandina hastuvve wana kiriye jî. Ti mefer li desthilanê ji wî gelî ra neh iştiye.

Hervekî, dema ko Tirkê Osmanî ji nîvroya Asya batine Anadolê, bi tenê pêncsad kon bûn. Di wî heyamî de li Anadolê dewletên Bîzansî û Selçukî hebûn. Her du dewletjî di vê pêlêde di nav tevluhevî û berdîberdane de ber bi nemanê ve gavine sivik diavêtin. Bi gotineke din, derdor li gora daxwazîya Osmanîya bi mij û moran bû. Dema ko ew mij û moran rabû hat dîtin ko ji dêla herdu dewleta, dewleta Osmanî cih girtiye. Lê beyaban (çöl) û bejiken (bozkir) Anadolê çavê Osmaniya danedigirt. Destê xwe avetine Awropa ya nîvro, herwekî destên Yewnanîstan, Bulgaristan, Macaristan, Yoguslawîya û Nemse (Avusturya) ên bi xêr û ber. Ev welat xistin bin bandura (egemenlik) xwe. Ji ber ko van welatan ji binî bixî bin deste xwe, Tirkê ko ji nîvroya Asya hati Anadole bire wan welata û wana li wir bi cih û war kir. Tirkê çûyî wan devera bi darê zorê, bi dare kotekê li ser dilê gelên wan welatan runiştin. Tirk li wan welatan kêmnetew (azınlık) bûn. Lê bi hawildana (destek) dewleta xwe yî Osmanî li gelên wan welatan serdestî dikirin. Bi şad salan setemkarîya xwe li wan gelan kirin.

Lê dem bihurt, dewran qulipt, ew gelên bindest ji bin bandura dewleta Osmanî rizgar bûn. Dewletên xwe yî serbixwe li dar kirin. Berdana dewleta Osmanî. Lê Tirkên ko ji alîye Osmanîya li wir bicihkirî, li wan deveran man. Ger bixweser di gundan de, ger bi gelên wan welatan ra li bajaran bi cih bûn. Hin ji wan Tirka jî ger di heyema talîya dewleta Osmanî, gerdi heyema dewleta komara Tirkî de, vegerîyan.

Doh ev kes ji alîye dewleta xwe yî Osmanî çawa ji bonî berdestkirina Evvropaya nîvro hatibin bikaranîn. Iroj ev kes ji alîye komara Tirkî, ji bonî berdestkirina Kurdistan, bişavtina Kurdan têne bikaranîn. Armanc, bi destê wan Tirka, ger gelên Ewropaya nîvro, ger gelê Kurd bidin bişaftin (asîmîle), wan gelan bidin nelandin û di nav xwe de bidin windakirin. Lê ev daxwazîya Osmanîya, an jî bermayen wan komara Tirkî, di ber wana de mayiye. Erê, bi şad salan xwe bi wan gelan dane xwedîkirin. Lê ti carî j i wana nehatîye ko wan gelan bidin bişaftin. Me der j i bişaftina wana qerîya, ew Tirk di bin bandura çanda wan gelan a dewlemend de hatine bişaftin. Herwekî, min j i qezayen Diyarbekir û Çenar de koçerên j i Ewropaya nîvro hatî dîtin. Ew koçer li çend gundên dora Diyarbekir hatibûn bicihkirin. Komara Tirkî xaniyên (avanîne) bedew ji \vana ra dabû çekirin. Zevî û alaven (alet) çandiniye dabû wana. Li gora Kurdê dora xwe di xêr û xweşîyê de bûn. Lê ew kes, ji derdora xwe qetiyayî, di jiyaneke cida de bûn. Ger bi wergirtinen (cil û berg) û giredanên xwe, ger bi rabûn û runiştinên xwe, ya giring, ji alîyê ziman ji cîranên xwe dur keti bûn.

Dema ko min wana dît, Kurdên cîranên wana qet bi Tirkî nizani bûn. Ew Tirkê belengaz, ji ber kotaxa ko leji taxê Kurda cida bûn, ji binî dehfî anîşkeke bibûn. Di navîye de gelek nebihurî piraneye wan kesa ji wan deverê bicihkirî revîyan, ber bi bajarên Anadolê, yên mazin ve bar kirin. Yên mayî jî tevlu Kurdên derdora xwe kirin. Hema bêje ew kes di demekê kurt de ji Tirkayetîya xwe dûr ketine. Bi Kurdî diaxivin. Vergirtİnen (cil) Kurda li xwe dikin û layî Kurda dirabin ûdirunin. Ez bawerim ko Tirkê li Ewru-paya nîvro mayî jî nûha ji zû ve di bin bandura çande gelên wan welatan de mane û hatine bişaftin.

Min gelek kes ji wana, xesma kesên ji Yoguslavya û Arnavutluk hatî, li derdora izmit, Adapazarı de dîtin. Piranîya wan kesan bi hatina xwe yî Anadolê gelek poşman bûn. Erê di nav wanan de hin dewlemend hebûn. Lê piraniya wana xezan bûn. Ya xerab ew bû ko gelek pîrekên wan koçeran ji xezanîye, li bajare izmît, Adapazarî û li hindiruwe bajare Diyarbekir xwe difırotin.

Ya xerabtirin, Komara Tirkî ji van kesan ti eqil negirt. Rabû beri çar, penc sala, biqasî çar-pênc hazar, bi saloxa kesên Tirk ji koçerên Afganistan anî û bi wî awayî li Kurdistan an jî li tuxube Kurd û Tirka bi cih û war kir. Ji Komara Tirkî ev e ko bi wan kesa, ji devera mayî wê bişaftinê bidomini.

Ya hêj xerabtirîn, hikumeta Komara Tirkî a hanûha, destlikare xwe li gunden Kurdistan, xesma derên ko malbaten Kurd, Ermenî û Süryanî jê barkirî û hatî welatên Ewrupa digerenî. Li kîjan gundî, çend avayîye vala hebî, yek bi yek diçespenî (tesbit). Armanc  xwîya ye. Hikumeta komara Tirkî divê yî ko ji welatina, herwekî ji Bulgaristan kesina benî û li van derê Kurdistan bi cih û war bikî û bi arîkarîya wana Kurdên wê navçeyê bidî  bişaftin. Bi vê armancê jî serokvvezîrê hikumeta komara Tirkî Turgut Ozal ji hikumeta Bulgaristan nîv melyon Tirkê li wir xwest. Ev yek nîşeyî me dikî ko Komera Tirkî kiriye ko nîv melyon Kurd, Ermenî û Süryanî ji Kurdistan bar bikin. Disa ev yek nîşeyî me dikî ku ko merama  Tirkî divê kurdistan ew bi koçe, ew bi qirkirine vala bikî û Tirka li wir bi cih bikî.

Wî nûha vena dayine ber xwe û divên bibine serî. Dİ vê navîye de Tirkê ko li Kurdistan dane bicihkirin di nav Kurdan de xwe winda dikin, dihêlin, haveyna Tirkayetî bi wanan ra namînî, ne xama komara Tirkî ye. Ne xama wana ye li bajare Anadolê xwefirotina, rizîbûyina wan kesan. Ew kirinên wana bebingeh, kefaretên(çaba) wana vala jî bin, ne xema wana ye. Ji ber ko ev kirine û ev xwarine. Lê ez hevîdarim ko Tirkên deri Anadolê xwe weke hikumeta Tirkî nekin û mevên leyistikê wana.

Torî

Hejmar4, Rupel 10, 10 Sermawez 1986