A+ A A-

Edip Karahan

Dêrikê bêtir bi Dêrika Çiyayê Mazî tête naskirin. Dêrikê di quntara çiyê de; çiyayên wê bi darên mazî xemilandiye, an jî xemilandîbû. Ji ber vê yekê ew îro bi vî navî tête navandin.

Dêrikê ji sala1882’an û vir de bûye bajar, hêdî hêdî lê roj bi roj mezin bûye. Ji aliyê dar û beran Dêrikê bi nav û deng e. Zeytûn, hinar û hijîrên Dêrikê ta bi îroj jî ji aliyê çîrokbêj û stiranbêjên kurd ve têne pesinandin. Ava bajêr hênik e, hewa wê xweş e, lawên wê zexim û mêrxasin. Keçên wê bejinzirav, spehî û şêrîn in. Dayikên wê lawên bi rûmet, welathez, îtiêrxas û şerker anîne dinyayê.

Yek ji van lawan Edîp Karahan e. Ev mêrxasê han sala 1930’an de hate dinyayê, xwend, xwe êşand û bû avûkat. Di ber xwendina xwe re ruhuyeteke welathesiyê pê re çê bû, rastiya welêt dît, û ji bo işyarkirin û pêşdexistina miletê xwe, dev ji navê xwe û malê dinyayê berda û xwe bi hemû hêza xweavête meydana şer.

Firat Cewerî