A+ A A-

Gaveke girîng!

  • Kategori: Civakî
  • Gösterim: 12220

ji roja yekşemba 8 ê meha Sermavezê vê de, telefonên Kurdistan Press û teleksa Ajansa Nûçeya Kurd (ANK) bêrawestin xebitî.

Ji navendên polîtîk yên Kurdistanê û Awrûpa, ji nûçegihan û ji kesên niştimanperwer dû hev nûçe hatin.
Bûyera ku awira gelemperî ya kurdî ewqas mijûl dikir, ev bû Parti Demokratî Kurdistana-lraq di gel Yekîtî Nişitimanê Kurdistan Ii ser 4 xalan gihiştibûn hev û biryar dabûn ku hêzên xwe bînin ba hev û bi hev re bixebitin.
• Ji hev cihêketina ku di destpêka salên 1960 an de destpêkir û bi cûdabûna PDK ya Iraqê di sala 1964 an de xwe rê da, ev cihêbûn, dî riyekê direj î mîna 20 sal, rojên bi êş û bi xwîn berdewamkir.
• Ji ber ve yekê yekîtîya siyasî û eskeriya herdu hêzan, qasê ku li Kurdistana Iraqê tesîr bike, dê ewqas jî li parçeyên Kurdistan yen dinê jî, tesîr bike. Bi vî awayî tevgera kurdî li Kurdistana Iraqê, ji aliyê siyasî û eskerî de bigihîje hêzekî xurt.
KURTE DÎROK
•  Piştî têkçûna Komara Kurd ya Mehabadê, Iraq, efwa giştî îlan kir. Da xuya kirin, ku ew kesên ku di ordiya Mehabadê de wezîfe girtibûn serxwe dikarin bizivirin Iraqê. Piştî kuştina çar sûbayên kurd ku xwe teslîmkiri bûn. Durûtiya Iraqê derket meydanê. Piştî ve bûyerê, di wan rojan de, Barzanî li gel 500 Pêşmergeyan ji nav sînoren Iraqê, Tırkiye û Iranê bi şerkirinê ber bi sînorê Sovyet çûn. Di nav 14 rojan de, 220 mîl rê çûn û xwe gihandin ser çe¬mê Arasê. Ji wir derbasê Yekîtiya Sovyetê bûn.
• Piştî 11 salan ku Monarşiya haşimî hilweşiya û General Abdulkerîm Qasim li gel hindek generalan 14 yê Tîrmeha 1958 an de dest danî ser hikum. PDK-I di hilweşandina Monarşiyê de roleke wî yê giring hebû û ji 46 an vir de veşartî (îllegal) xebatê dikir. Piştî hilweşandina monarşiya Haşimî êdî PDK-I jî dest bi xebata eşkere kir. Û ji bo wergirtina mafê demokratî û azadiya miletê Kurd xebata xwe xurttir kir.
• Di we deme de, seroke PDK 'ya îebîî Mele Mistefa BARZANÎ jî bi balafireke taybetî hate Bexdaye, di we hatina xwe de, riya xwe bi Qa-hîreye xist çû ba Cemal Abdulnasir jî. Hingî C. Abdulnasir gelekî bi nav û deng bu.
• Piştî hilweşandina monarşiyê, demara şo¬veni ya hikûmete nû bilind bûbû. Ew sozên ku dabûn milletê Kurd, ji bîr ve kirin û paşde girtin. 1961 an de Barzanî ji ber vî neçar dima û li gel grûbeke kurd diçû Kurdistanê û or¬diya Iraqe di 11 Îlonê 61 an de erişê ser Kurdis¬tanê dikir. Bi vî awayî şoreşa Başûrê Kurdistanê destpêdikir.
• Ordiya Iraqê bi hemû hêzên xwe erişê ser Kurdistanê dikir, lê belê nedigihîşt serkeftineke.
• Li hember wê, di bin serkirdayetiya Bar¬zanî, Pêşmerge j i Zaxoyê heta Xaneqîn bi hêz bûbû.
• Haya dinyayê ji vî şerî nebû. Dema ku rojnamevaneke Amerîkî hate nav sene paşê hindek tişt ser şoreşê nivisî dinya alem jî şore¬şa Başûrê Kurdistanê agahdar bû.
• Ordiya Iraqê ku hertim li Kurdistanê dişkest, di 8 ê Sıbatê 1963 an de hêzên xwe paşde kişand. Paşê darbeyeke bi xwînî iktidara A. Qasım hilweşand û rejîmeke dijî komunîstan (antî-komunîst) hate ser hikûm. Ev rejîm dest bi nêçira komunîstan kir, bi hezaran komunîst kuşt. Partî Komunistê Iraq ji vê darbeyê, derbên mezin xwar. Kesên ku ji kuştin û girtinê filitîn xwe gihandin Kurdistanê.
24 ê Nîsana 1963 an de PDK Memorandumekî peşkeşi hikumata nû kir. Lêbelê BAAS iyan wext derbaz dikirin. Hefteya pêşîya meha Tîrmehê Wezîrê Hundir M. Salih Amaş digot; "Em ji bakur derdikevin seyranekê biçûk.... Em dê feodal û şirîkên emperiyalîzmê û siyonîstan qir bikin." Li ser ve gotinê, tevgera qirkirine (qetlîam) di tîrmeha 1963 an de destpêkir. Ordiya Iraqê bi hemû hêzên xwe erişê ser Kurdistanê dikir.
• Di wê rojê de radyoya Bexdayê digo ku, ‘kî serê Barzanî bîne dê hikûmet jê re 100 hezar dînar pere bide.’
• Li pey serkeftina şerê metina -ku bi vê navê ketiye dîrokê- ordiya Iraqê mecbur ma û gav bi gav ji Kurdistanê paş ve hilkişiya. Li gel vê paşvekişandinê rejîma Iraqê krîzeke din derbas dikir. Piştî darbekî hindûrî A. Arif bi tene serê xwe dihate ser hikûm.
• A.  Arif gelekî behsa "bratiya Kurd û Ereb" dikir. Û dixwest Barzanî bibine. Li ser wî di 10 ê Sibatê 1964 an de şer hate rawestandin. Di wê demê cûdabûna fikrî dikete nav polîtburoya Partî Demokratî Kurdistan.
BINGEHA CÛDABÛNA BÎR Û BAWERÎ
• Dİ Kongre Çaremin ya PDK de, Hemze Abdulah ji sekreteriyê ketibû. İbrahim Ahmed ciyê wî girtibû. Di bin sekreteriya İ. Ahmed de di nav polîbûroyê de Celal Talabanî jî hebû.
• Dema ku şer hatibû rawestandin, polîtburoya PDK di nawçeyên rizgarkirî ya Kurdistanê de bû. Hindek endamên Polîtbûroyê digotin, ku biryara rawestandina şer bê raya polîtbûroyê hatiye girtin û biryarekî çewt û şaş e. Li ser vê meseleyê belavokekî di nav partî de belavkirin. Gotin ku; ‘Barzanî ji bo tevgera Kurdî xetereke pir mezin e’.
• Partî di nav meha Tîrmehê de kongreya giştî çedikir, kongre carekî din j i bona Serokatiya Partiyê Barzanî hilbijart, û kongre dixwest ku endamên polîtburoya kewn vegerin nav rêzên Partiyê.
• Lê belê,  I. Ahmed û hinek endamên polîtburo li gel 1000 pêşmerge, bi hindek arşîven Partî derbasê Iranê dibûn. Di vê pêlê de rojnama Pravda rexna li îbrahîm Ehmed digirt, dixwest ku li gor biryara Partî hereket bikin.
• Di 29 ê Ilonê de PDK konferansekî nû ciwand û du organên bingehîn pek anî; yek ji wana, serkirdayetiya şoreşê, weku parlamenekî bu ji 63 kesan pêkdihat. Yê dî jî bi navê komîta rêwebir 18 endamên wê hebûn. Weku kabînekî (bakanlar kurulu) bû.
• Di 11 yâ Cotmehe de Barzanî Memoran¬dumekî din da hikûmete le bersiva hikûmete ji bo we memorandumê destpekirina erişekî nû û bi xwînî bû (9-16 çileya paşî 1966 an de.)
• Di wê pêlê de tekiliyen İ. Ehmed, C. Tala¬banî û hewalên wan li gel PDK ku di bin serokatiya Barzanî de bû gelekî ne baş bû. Paş wegerê wana ji Iranê dest bi şerê tevgera Kurdî kiribûn.
• Di Gulana 1966 an de Ordiya Iraqê erişekî mezin pek dianî, le eskerên Iraqê li Rewanduzê şikestineke mezin dîtin îmha bûn. Dîsa hi¬kûmetê bi taktîken xapandinê rawestandina şer dixwest.
• Di 20 ê Cotmeha 1966 an de PDK kongre xwe ya 7 an dicivand û komîta navendiya nû hildibijart. Di wê demê de li Bexda yê darbeyên eskerî pêk dihatin. Di pey darbe Tîrmeha 1968 an de Hesen El Bekr li gel BEESîya darbek din pekdianî bi serê xwe dihatin iqtîdarê.
• Ji şer rawestandina 1966 an heta darbe ye 31 ê Tîrmeha 1968 an qet tu carî aştiyekî rastî pêknedihat û cî bi cî şer derdiket.
• Di buhara 1969 an de dema ku cunta BEES peymana çekrawestandinê navê rakir û erişe wê yên li Kurdistanê jî bi serneket.  Di 11 yê Adara 1970 yê de dîktatoriya BEES bê çare ma û daxwaza memoranduma PDK Iraqê ku di 1963 û 1966 an de hatibû pêşkêşkirin pejirand (qebul kir) û da diyarkirin.
• Di pey peymana 11 Adarê ya 1970 yî de Ce¬lal Talabanî û hevalên wî dîsa vegeriyan nav rezên PDK û Barzanî ra li hev hatin. Barzanî di nav Partiyê de dîsa wezife dide wana.
• Hikûmetê di deklerasyona 11 ye Adarê 1970 yî heta 74 an, di nav wan çar salan de şertên peymanê qet pêk ne anî. Di nav çar salên bihurî de hikûmetê xebata xwe yên siyasî, es¬kerî û diplomatik bi xurtkir û ji ber vê yekê erişeke mezin anî ser Kurdistanê. Hikûmet ji hela eskerî de qet serfirazî û serkeftinek bi dest ne xist, bi çarçowa peymana reş ya bi nav û deng ya Cezaîrê Şoreşê têkbir.
Û PAŞÊ
• Sedemên têkçûna Şoreşa Kurdistana Ba¬şur ji aliyê awira gelemperî (raya giştî) ve baş tê zanîn. (Ev mesele dervayê vê nivîsê ye.)
• Piştî têkçûna şoreşê Barzanî û gelek kadroyên siyasî û eskerî çûn Iranê, beşek mezin ji pêşmerge û kadroyên siyasî teslimê Iraqê bûn, beşek ji pêşmergan bi kaçaxî derbasê Kurdis¬tana Bakûr bûn, hindek kadroyên siyasî jî li Suriye man.
• Piştê têkçûna 75 an di bin însiyatîfa Barza¬nî de Komîta Muwaqata PDK hat damezirandin. Talabanî jî li gel çend gruban Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezirand.
• Di pey 1976 an de, bi destpêka xebata pêş¬mergan re di navbera YNK û Qiyadeyê Muwaqqet - PDK de jî dijayetî û pevçûnan destpe¬kir. Di destpêkê de hinek pevçûnen biçûk çedibûn. Lê bi şerê 1978 an ya Şemdinli ye re, hi¬nek kadroyên pêşêng yên YNK û qasî 800 pêş¬merge dihatin kuştin. Piştî van pevçûn û bûyerên ne baş peywendiyên navbera PDK û YNK gelek xirabtir dibû.
• Di herema Behdînan de PDK bi hêz bû nedihişt pêşmergeyên YNK bikewin vê heremê û di herema Soran de jî YNK bi hêz bû nedi¬hişt pêşmergeyên PDK li wê heremê xebat bi¬kin. Ev rewşa wuha ya nebaş heta 1980 yî domkir.
• Di payiza 1980 yê de dema ku şerê Iran û Iraqê destpêdikir, li Iraqê hêzên li dij rejîma BEES zêde dibûn, ji bil gruba ku di nav BEES de piştgiriya Saddam dikir, gruba din ya BEESî, Partî Komunistê Iraqê, Partî Sosyalistê Ereb, hêzên islami û yên din ji bûbûn diji rejim. Hinek ji wan rêxistinan jî hatibûn Kurdistanê.
• Di dawiya 1980 yî û destpêka 81 ê de Ii Iraqê dema pekanina cephan (eni) hati bû. Hin rêxistin cephekî hin jî cepheki din, le hêzên bingehin yen her du cephan ji diyar bûbûn. 
• PDK bingehê CUD'ê pêk diani û PDK re Parti Koministê Iraq, Parti Sosyalistê Kurdistan, Parti Sosyalistê Kurd ji di nav CUD de ciyên xwe digirtin. YNK ji hêza bingehî ya CWQD bû û Ii gel wê Partiya Sosyalistê Ereb, BEESiyên terefdare Suriye, Grupa Demokratên Iraqê û Parti Demokratê Gelê Kurdistan ciye xwe digirtin. 
• Di nav salên 1980-1983 an de car caran di navbera rexistinan de pevçun derdiket. Lê navbera PDK û YNK de pevçunên wuha yên mezin çenedibûn. Heta di navbera YNK û PDK de car caran ji bo demên kurt ittifaqên eskeri yên heremî pêkdihat. 
• Di Sibata 1983 an de bi insiyatifa Libyayê Ii Trablusê hemû hêzên diji rejima Iraqê yên Kurd û Ereb ji bo pêkanina cepheki Ii hev hatinek diyar dikirin. Lêbelê waxta ku vegeriyan Şamê ji ber hinek sedeman pêknehatina wê cepheyê didan diyarkirin. Gulana 83 an de ica Ii Kurdistanê navbera YNK û PKI şerekî mezin derdiket û YNK qerergahen (meqer) PKI ya navendî (merkezi) işgal dikir, di dawiyê şer de gelek kuştin çedibû. 
• Di dawiya 83 an u di nav 84 an de, YNK bi hikumeta Iraqê re dest bi hevditinan (muzake- re) dikir. Cepheya CUD van tekiliyên YNK yên ku gel hikumeta Iraqê çedibûn rexne Ii wan digirtin. Her wuha hinek rêxistinên ku di nav CWQD de ciyê xwe girtibûn dihatin nav CUD bi wi awayi CUD hin bi heztir dibû û hejmara parti û rêxistinên endamên CUD di-gihişte 7 an (PDK-I ,PKI, PSK, PASOK, PDGK, PSE, Gruba Demokratên Iraqê) 
• Ew tekiliyên navqeyna YNK û hikumeta Iraqê ne gihişte neticekî. YNK dîsa dij Iraqê tewir stend û hêzên CUD ev tewreYNKê nû di çav de derbaskirin û gaveki peşketî dîtin. Ji ber vê yekê yek bi yek û bi tevayî yani bi navê CUD bi YNK re dîsa tekilî danîn. YNK jî dixwest ku têkiliyên xwe bi wan re xurt bike u peş ve bibe. Di 1985 an de YNK têkiliyên xwe bi Iranê re jî çêkir. Pişt re têkiliyên YNK û CUD hîn jî pêş ve çu. 
• Di Gulana 86 an de YNK Ii gel PSK û PASOKê belavokekî bi hev re belavkirin. Di havîna 86 an de di navbera YNK û PDK û YNK û CUD de hevdîtin zêde dibûn û di 7,8 ê Sermaveza 86 an de YNK bi PDK re Ii ser  çar xalan lihevdikir û mercên lihevkirinê ji awira gelemperi re diyar dikirin.
Hejmar 5, Rupel 7, 19 Sermavez 1986